Ciwanek xelkê “Sayînqela”yê dawî bi jiyana xwe anî
16:19 - 13 Kanûna pêşîn 2021
Roja Şemî 20`ê Sermawezê, ciwanek bi navê “Xalid Milkame” kurê “Mihemed”, temen 23 salî û xelkê “Sayînqela” yê ser bi parêzgeha Urmiyê dawî bi jiyana xwe anî.
Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew ciwanê Kurd li bajarê Tehranê û ji rêya hebxwarinê ve hewla xwekujiyê daye.
Herwisa wê çavkaniyê got: “Heta niha sedema xwekuştina “Xalid Milkame”, rohn nebûye.
Termê navbirî şeva Yekşemî li cihê jidayîkbûna wî bi axê hate spartin.