Civînek jibo bîranina darvekiriyên 9’Gulanê li Silêmaniyê birêve diçe

16:19 - 8 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Komeleya Mafê Mirovên Kurd-Ewropa jibo bîranina darvekiriyên 9’ê Gulanê û bi amadebûna malbatên wan civînekê birêve dibe.

Li gor rapora ajansa kurdpa, Komeleya Mafê Mirovên Kurd li Ewropa jibo bîranina darvekirina “Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemihoyî, Elî Heyderiyan,Ferhad Wekîlî û Mêhdî Îslamiyan” civînekê çêdike.

Pişka ragehandina Komeleya Mafê Mirovên Kurd bilav kir, civîna han Roja Pêncşemiyê berwar 9’ê Gulanê li salona Azadî a Hizba Şuî li cem hola Roşenbîrî li bajarê Silêmaniyê birêve diçe.

Berwar 9’ê Gulana 2011’an Ferzad Kemanger tevî 4 kesên din li zîndana “Êvîn”a Tehranê hatin darvekirin ku piştre narizayetî û girevek mezin a xelkê Kurdistana Îranê li dû xwe de anî û Kurdan li seranserî Kurdistana Îranê mangirtin birêve birin.