Civîna dadgehîkirina du welatiyan li dadgeha şoreşî bi rê ve çû

16:09 - 28 Kanûna Paşîn 2022

Roja Çarşemî 6`ê Rêbendanê, civînên dadgehîkirina Osman Îsma`îlî û Mehmûd Salihî, du çalakvanên kedkarî yên xelkê bajarê Seqizê ku bi tohmeta “piropagende li dijî nizam”hatbûn mehûmkirin, li taya 3ê a lêkolîna dadgeha Şoreşî a wî bajarî de hat lidarxistin.

Ew du çalakvanên kedkariyê, piştî derbazbûna sê demjimêran li ser civîna dadgehîkirinê de,  bi danîna barmteyê bi awayê demkî heta dema dadgehî kirinê hatin azadkirin.

Ew du çalakvanên kedkarî li rêkevta 16`ê Sermaweza îsal de, di nameyeke gazîkirinê  de bo taya 3 a lêkolîna dadgeha Şoreşî a bajarê Seqizê, bo wê navenda qezayî hatibûne gazîkirin.

Ew du çalakvanên kedkariyê li roja Çarşemî 1`9ê Cozerdana îsal de, li girtîgeha bajarê Seqizê hatibûne azadkirin.