Civîna dadgehê ji ber sûcên der barê rojnamevanê Kurd Cebar Destbaz li Sine hat lidarxistin

11:55 - 24 Kanûna pêşîn 2022

Di heyama rojên derbasbûyî de, civîna lêpirsîn bi tohmetên Cebar Destbaz, rojnamevanê Kurd yê xelkê bajarê Dîwandereyê di taya du ya dadgeha Şoreş ya Sine de birê ve çû.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ev rojnamevanê Kurd,"”hewldan li dijî ewlehiya neteweyî, propagenda li dijî nizamê, aloziyên giştî, beşdarîkirina di semînara mafê mirov û jinan ku ji aliyê welatên derve hatibû lidarxistin hatiye tohmetbarkirin.”

 Herwisa vê çavkaniya agehdar zêde jî kiriye ku, Lêpirsê dosya wî rojnamevanê Kurd, barimteya 300 milyon Tumenî bo 400 milyon Tumenî zêde kiriye.

Cebar Destbaz, roja Pêcşemî 31`ê Xermananê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Yekşemî 24`ê Rezberê bi danîna barimteyê li girtîgeha Sine hatibû azadkirin.