Civanek û 3 nûciwanên xelkê bajarê Şinoyê bo Îtila`ata Spahê hatin gazîkirin

18:57 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Pêncşemî 6`ê Gelawêjê, ciwanek bi navê “Hesîb Hesenzade” 18 salî kurê Rehman û sê nûciwanên din ên bi navên “Saman Hesenzade” 17 salî kurê Mistefa, “Zaniyar Hesenzade” 16 salî kurê Îsmaîl û “Pêşewa Şadab” 16 salî kurê Ce`ifer xelkê gundê “Babxalidava” bo îdareya Îtila`ata Spahê li bajarê Şinoyê hatin gazîkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, “Pêşewa Şadab” roja Çarşemî 5`ê Gelawêjê jî bo Îtila`ata Spahê hatibû gazîkirin û bo heyama 8 demjimêran lêpirsîn digel navbirî hatibû kirin.

Herwisa wê çavkaniyê da zanîn: Ji qedera wan çar welatiyên Kurd piştî gazîkirin bo Îtila`ata Spahê ti zanyariyek serast ber dest nîne.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema gazîkirin û tohmetên ku bi dijî wan çar welatiyên Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.

Pûşpera îsal jî, “Zaniyar Hesenzade” piştî du car gazîkirin û binçavkirin ji aliyê hêzên ewlehî ve bi vergirtina soza nivîskî hatibû azadkirin.