Cihgirê serdozgerê bajarê Sine: Gotûbêja derheq bûyera termînala Sine qedexe ye

21:44 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: Cihgirê serdozgerê giştî û înqilab a bajarê Sine, gef li berpirsan û naberpirsan xwariye ku nabe derheq bûyera termînala Sine gotûbêjan bikin.

Kazim Kulîwend di gotûbêja digel nûçegihaniya Tesnîm ragehandiye: Her kesek ji niha şûnda derheq qezaya tirafîkê ya tankera neftê digel utubusê gotûbêjê bike, wê bikeve ber çavdêriya qezayî.

Ew berpirsê qezayî tevî îşarekirina bi lêdwan û gotûbêjkirina nekarnasane ya hinek ji kesên berpirs û neberpirs bi vê bûyerê ragehand ku her cure gotûbêjek ji aliyê kesên berpirs û naberpirs ve ku pêk tên ji zanîngehiyan, damezrawe, û îdareyên dewletî û navendên întizamî wekî, polîsê rê û hêzên Întizamî deheq bûyera termînala bajarê Sine qedexe ye.

Cihgirê serdozger herweha bas ji vê jî kiriye ku her kesek bi bê hevahengî û biryara berpirsê giştî ê sedozgeriyê û dozger hewla gotûbêjê bide, li gora yasayê lêkolîn digel de tê kirin.

Kulîwend ragehand: Axavtinên dij bi hev derheq bûyerê dibe sedema têkdana nezma giştî.

Şeva Çarşemiyê 20`ê Pûşperê bi sedema qezaya tirafîkê ya tankereke hilgirê neftê û utubusekê, teqîneke bihêz rû da, ku di encamê de musafirên utubusê di nava agir de şewitîn.

Çiyako Kerîmî yek ji du ajotvanên utubusê ye ku di vê bûyerê de ji mirinê rizgar bûye, di gotûbêja digel ragehandinên hikûmetî de ragehandiye ku: tenê du kes ji van 17 musafirên utubusê rizgar bûne.