Cîgirê Berpirsê Yekitiya Demokratîk Ya Xwendekarên Kurd Bi Zîndanê Hat Mehkûmkirin

12:37 - 22 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Mîlad Kerîmî, çalakê xwendekarî û cîgirê berpirsê Yekitiya Demokratîk ya xwendekarên Kurd ji aliyê dezgeha dadweriya bajarê Sine bi 6 meh zîndanê hat mehkûmkirin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Sine, Mîlad Kerîmî, berê ji aliyê dadgehê ve bi salek û nîv zîndanê hatibû mehkûmkirin û piştre ji aliyê dadgeha pêdeçûn ve ew biryar bû 6 meh.
Mîlad Kerîmî 5 mehan beriya niha bo îdareya Îtilaatê hatibû bangkirin û piştre hatibû destbiserkirin.

Her di vê pêwendiyê de çend xwendekarên din bi navên Mardîn Eywaze, Jiyar Selametiyan û Dana Lenc Abadî li rêkevta 13.01.2012-an, hatin destbiserkirin û hêj di çarenivîsek ne ron de ne.