Cezayeke giran bo sê hevweltiyên xelk bajarê Îlamê hate birîn

15:37 - 13 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Dadgeha Şoreş a bajarê Îlamê sê hevwelatiyên Kurd, bi cezaya hepsê û herwisa destbiserdegirtin alavên şexsî yên wan mekûm kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Dadgeha Şoreşê ya bajarê Îlamê, du hevwelatiyên Kurd yên bi navên “Hadî Baqirnijad û Secad Feryadî” her yek bi 7 sal hepsa te`izîrî ceza dan, û welatiyê din yê bi navê “Ehmed Elî” bi bêy amadebûna wî di dadgehê de, bi 15 sal hepsa tei`zîrî û destbiserdegirtina alavên şexsî yên wî ceza dan.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ev yeka jî erê kiriye ku: Dadgeha Şoreş a bajarê Îlamê, malbata “Ehmed Elî” gazî kirine û ew derheq vê cezayî de agehdar kirine, û ji malbatga wî re 20 roj mohlet dane, da ku avahiya şexsî ya “Ehmed Elî” vala bikin, çimkû wê dest bi ser de, bê girtin.

Li gorî gotina vê çavkaniya agehdar, Dadgeha Şoreş a bajarê Îlamê erê jî kiriye ku, hekî “Emhed Elî” vegere bo Îranê, û xwe radestî Îdareya Îtila`atê a bajarê Îlamê bike, destûra destibserdegiritina alavên şexsî yên wî, wê bê betalkirin.

\"\"Emhed Elî
Wê çavkaniya agehdar zêde jî kiriye ku: “Hadî Baqirnjad û Secad Feryadî” bo derbazkirina hepsa xwe bo girtîgeha navendî ya bajarê Îlamê hatine veguhastin, û herwisa ji mafê dîtina malbatên xwe jî hatine bêparkirin.

Dadgeha Şoreş ya Îlamê ev sê hevwelatiyên Kurd bi tawana veguhastin, û mifahwergirtin ji dezgehên neyasayî û kolana neyasayî, a şûnwarên dîrokî, li bajarê Îlamê, cezayeke giran bo wan biriye.

“Hadî Baqirnjad û Secad Feryadî” di Xermanana îsal de, bi tawana “hilgirtin û bikaranîna dezgehên neyasayî û kolana neyasayî a şûnewarên dîrokî yên li bajarê Îlamê, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatine destbiserkirin, û “Ehmed Elî” ji tirsa destibserkirinê, nexuya ye.