Cezayê “Yedê Beharîzer” ji wî re hat ragihandin

18:09 - 14 Tebax 2022

Roja Şemî 22`ê Gelawêjê, “Yedê Beharîzer” çalakvanê warê kedkarî yê xelkê gundê “Evêheng” a girêdayî bajarê Sineyê û rûniştiyê bajarê Demavendê, ji aliyê taya 2 a lêpirsînê ya dadgeha Giştî û Şoreş wî bajarî, tawana wî jê re hat ragihandin.

Nûçegihaniya “Hêrana”yê, tohmetên ku li dijî wî welatiyê hatine sepandin “belavkirina nûçeyên nerast, piropagende li dijî nizamê, bêrêzîkirin bi rêberê komara Îslamî yê Îranê, avakirina sazî, girûpan û komên dijberên şoreşê li ser torên civakî û hebûna peywendî digel yek ji girûpên dijberên nizamê”, ragihandiye.

Li gorî wê raporê, ew welatiyê Kurd piştî ku tawana wî jêre hatiye ragihandin, bi danîna barimteya Yek milyard Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê, hatiye azadkirin.

“Yedê Beharîzer”, dawiya meha Pûşpera îsal, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî demjmêrekê hatibû azadkirin.

Ew welatiyê Kurd heyamek berî niha bo taya 2 a lêpirsînê ya dadgeha Giştî û Şoreş a bajarê Demavendê, hatibû gazîkirin.

“Yedê Beharîzer” temen 47 salî û ajotvanê taksiyê ye.