Cezayê lêxistina 70`ê derbên kamçî yên “Çiya Aqabeygîpûr” hat cîbicîkirin

16:48 - 23 Şibat 2022

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, cezayê lêxistina 70`ê derbên kamçî yên girtiyê siyasî yê Kurd ê bi navê “Çiya Aqabeygîpûr” xelkê gundê “Rehîmixan” a girêdayê bajarê Bokanê, li girtîgeha wî bajarî hate cîbicîkirin. 

Ew girtiyê siyasî roja Duşemî 25`ê Rêbendanê hatibû mirexesiyê û roja Yekşemî 1`ê Reşemehê vegeriyabû bo girtîgehê. 

Roja Sêşemî 5`ê Rêbendanê, ew welatiyê Kurd bona cîbicîkirina cezayê wî, bo girtîgeha bajarê Bokanê hatibû veguhastin. 

Ew welatiyê Kurd ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Bokanê, bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê li berjewendiya yek ji partiyên Kurd ên dijberên hikûmeta Îranê”, bi yek sal û du meh girtîgeh, lêdana 70`ê derbên kamçî û dana 30 milyon Tumen pere hatibû cezakirin.

Roja Duşemî 15`ê Xermananê, “Çiya Aqabeygîpûr”, bi danîna barmteyê, li yek ji girtîgehên ewlehiyê ên bajarê Urmiye, hatibû azadkirin.

Ew welatiyê Kurd, di heyama binçavkirinê de, ji mafê “destpêragihîştina bi parêzer” û “hevdîtina digel malbata xwe” hatibû bêparkirin.

Roja Pênçşemî 7`ê Gelawêjê, hêzên ewlehiyê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîşî li ser mala wî welatiyê Kurd kiribûn û navbirî bi tohmeta “alîgirîkirina digel yek ji partiyên Kurd ên dijberên hikûmeta Îranê”  binçav kiribûn.

Hêzên ewlehiyê, ew welatiyê Kurd piştî binçavkirinê, bo lipêrsînê bo yek ji girtîgehên ewlehiyê yên bajarê Urmiye veguhastibûn.