Cezayê îdamkirina “Ferşad Ferizî” li girtîgeha bajarê Îlamê hate cîbicîkirin

17:12 - 23 Şibat 2022

Sibêdeha îro Çarşemî 4`ê Reşemê, cezayê îdamkirina girtiyê bi navê “Ferşad Ferizî” kurê Elî û xelkê “Melekşah”ê, li girtîgeha navendî ya bajarê Îlamê hate cîbicîkirin. 

Ew girtiyê temen 30 salî nêzî 8 salan berî niha, bi tohmeta “kuştina bizanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha qezayî ya hikûmeta Îranê, cezayê îdamê bo hatibû birîn.

Ew girtiyê Kurd li heyama çend rojên derbasbûyî de, bo cîbicîkirina cezayê xwe bo odeya takekesî ya girtîgeha bajarê Îlamê hatibû veguhastin.