Cezayê îdama girtiykê li girtîgeha Îlamê hat cîbicîkirin
18:29 - 8 Hezîran 2022
Sipêdeha roja Çarşemî 18ê Cozerdanê, cezayê girtiyek yê bi navê “Sitar Erxende” xelkê bajarê “Melekşayî” li girtîgeha Îlamê hate cîbicîkirin.
Pêka çavkaniyek agehdar, ew girtî du sal beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê Dezgeha Dad ve bi îdamê hatibû cezadan.
“Star Erxende” xêzandar û xwediyê du zarokan e.
Heta niha nûçeya îdamkirina wî girtiyê ji aliyê mediyayên navxweyî yên Îranê û çavkaniyên fermî ve ne hatiye ragihandin.