Cezayê girtîgeha Mêhran Silêmanpûr hat kêmkirin

18:16 - 4 Gulan 2022

Cezayê girtîgeha welatiyekî Kurd ê bi navê “Mêhran Silêmanpûr”  xelkê gundê “Aliyan” a girêdayê navçeya Deştebêl a ser bi bajarê Şinoyê bi “teslîm bi re`î” hat kêmkirin.

Ew cezaya girtîgehê, ji 18 mehan bo heyama 13 meh û 15 rojan hepsa girtîgehê hatiye kêmkirin.

Civîna dadgehîkirina “Mêhran Silêmanpûr” roja Yekşemî 22`ê Reşema sala 1400`an a rojî, li taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Şinoyê hatibû lidarxistin û dadgehê ew welatî bi tohmeta “hevkarî kirina digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” bi 18 meh hepsa girtîgehê ceza kiribûn.

Roja Pêncşemî 24`ê Pûşpera sala 1400`an a rojî, “Mêhran Silêmanpûr” bi danîna barimteya bi qasî 300 milyon Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê li girtîgeha Spaha Pasdaran a bajarê Urmiyê hatibû azadkirin.

 “Mêhran Silêmanpûr” di heyama binçavkirinê de, ji mafê “destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin.

Roja Pêncşemî 3`ê Pûşperê, hêzên ewlehiyê êrîşî li ser gundê “Aliyan”ê kiribûn û bi bê hebûna ti belgeyên yasayî “Mêhran Silêmanpûr” tev welatiyekî din ê bi navê “Haşim Xuran” binçav kirivûn û navbiriyan bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî ên li bajarê Urmiyê veguhastibûn.

Hêzên ewlehiyê li dema binçavkirina wan du welatiyan de, dest avêtibûne vekolîna mala wan û hin ji keresteyên kesî yên navbiriyan digel xwe biribûn.