Cezayê du hepsiyên Kurd di dadgehê de bî îdamê û hepsa te`izîrî hatine guherîn

16:53 - 28 Kanûna Paşîn 2020

Cezayê 120 sal hepsa “Heyder Qubadî, hepsiyê siyasî yê Kurd yê bajarê Kamiyaranê, di dadgeha bajarê Sineyê de, bi îdamê hate guherîn û herwisa cezaya 30 sal hepsa “Mehmûd Sadiqî”, hepsiyê siyasî yê bajarê Kamiyaranê, bi 25 sal heps hate kêmkirin.

Ew cezaye, roja Sêşemî, 8`ê Rêbendan, bi awayekî fermî bi wan 2 hepsiyên siyasî yên Kurd di girtîgeha bajarê Sineyê de, hatine ragihandin.

Berê, dadgeha şoreşê “Heyder Qurbanî”, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yekek ji Partiyên Kurd yên dijî hikûmeta Îranê” ve, cezayê 120 sal heps di ser wî hepsiyê Kurd de sepandibûn, û herwisa bi wê tohmetê, cezayê 30 sal heps di ser “Mehmûd Sadiqî” de jî sepandibûn.

Hêzên Îtila`ata hikûmeta Îranê, li dawiya meha Rezber a sala 1395`an, ew 2 welatiyên Kurd, bi tohmeta “Havkarî bo terorkirina çend kesên girêdayê hikûmeta Îranê” ve, hatibûne desteserkirin.

“Mehmûd Sadiq, piştî 10 rojan ji desteserkirina “Heyder Qurbanî” ve, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve, her bi wê tohmetê, hatibû desteserkirin.