Cezayê çalakvanekî çandî yê Kurd li dadgeha pêdaçûnê de hat kêmkirin

19:01 - 9 Gulan 2022

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, cezayê çalakvanê çandî yê Kurd ê bi navê “Mehmûd Nîrûmend” li girtîgeha “Vekîlava” ya bajarê Meşhedê, li dadgeha pêdaçûna parêzgeha Xorasana Rezewî, bo du sal û 8 mehan hepsa te`izîrî hat kêmkirin.

Rêkevta 12`ê Rezbera sala derbasbûyî, taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Meşhedê ew çalakvanê çandî yê Kurd bi tohmeta “hewldan li dijî ewlehiya neteweyî, piropagende li dijî nizamê li ser torên civakî û hebûna peywendî digel yek ji girûpên dijberê nizamê” bi 10 sal girtîgehê hatibû cezadan û ew cezaya jî li girtîgeha “Vekîlava”yê de ji wî çalakvanê çandî re hatibû ragihandin.

Roja Pêncşemî 3`ê Pûşpera sala 1400`an, “Mehmûd Nîrûmend” çalakvanê çandî yê Kurd ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Meşhedê bo girtîgeha “Vekîlava” ya wî bajarî hatibû veguhastin.

Taya 903 a lêpirsîna dadgeha Şoreş a bajarê Meşhedê, bi serokatiya lêpiris “Elî Silêmanî”, “Mehmûd Nîrûmend” bi “piropagende li dijî nîzamê û hebûna peywendî digel yek ji girûpên dijberên nîzamê” hatibû tometbar kirin.  

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

 “Mehmûd Nîrûmend” roja Sêşemî 4`ê Cozerdana sala derbasbûyî, bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên îdareya Îtila`ata bajarê Meşhedê hatibû veguhastin.

 “Mehmûd Nîrûmend” xelkê gundê “Pilgerd” a girêdayî beşa “Lutifava” ya bajarê “Dergiz”a ser bi parêzgeha “Xorasana Rezewî” û li bajarê Meşhedê akincî dibe.

Ew çalakvanê çandî li warê ziman, çand û hunera Kurdî de çalakiyan birê ve dibe.