Cezayê binçavkirina “Mihemedxalid Hemzepûr” di dadgeha pêdaçûnê de bo cara duyê hat pejirandin

18:39 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2022

Cezayê 5 sal girtîgeha “Mihemedxalid Hemzepûr”, welatiyê xelkê gundê “Xanler” ê girêdayî bajarê Şinoyê di dadgeha pêdaçûnê de bo cara duyê hat pejirandin.

Cezayê pejirandî yê girtîgeha wî welatiyê Kurd di heyama çend rojên derbasbûyî de bi wî re hatiye ragihandin.

“Mihemedxalid Hemzepûr” ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Şinoyê bi serokayetiya dadwer “Rizayî” ve bi tohmeta “endambûn û hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” bi 5 sal girtîgeh hatibû cezadan û ew cezaye roja Yekşemî 7`ê Xakelêweya îsal bi wî re hatibû ragihandin.

Roja Pêncşemî 4`ê Befranbara sala 1399`an a Rojî, “Mihemedxalid Hemzepûr” bi danîna barimteyê bi awayek demkî li yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hatibû azadkirin.

Êvareya roja Duşemî 24`ê Sermaweza sala 1399`an, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd binçav kiribûn.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirina xwe de ji mafê “destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin.