Cezayê bidarvekirina welatiyekî xelkê bajarê “Kirmaşan”ê li girtîgeha “Erak”ê hat cîbicîkirin

17:46 - 3 Îlon 2022

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî a Îranê, roja Çarşemî 9ê Xermananê, cezayê bidarvekirina welatiyekî Kurd yê bi navê “Mihemedhesen Kehrarî” temen 27 salî xelkê bajarê “Kirmaşan”ê li girtîgeha bajarê “Erak”ê hat cîbibîkirin.

Cezayê bidarvekirina wî welatiyê bi bê agehdarkirina malbata wî hatiye cîbicîkirin.

Pêka wê raporê “Mihemedhesen Kehrarî” du sal berî niha bi tohmeta kirîn û firontina madeyên hişber hatibû binçavkirin û bi îdamê hatibû cezadan.

Bidarvekirina wî welatiyê ji aliyê medyayên navxweyî û çavkaniyên fermî yên Îranê nehatiye belavkirin.