Cezayê 150 sal hepsa te`izîrî bi ser 2 hepsiyên siyasî ên Kurd re hate sepandin

17:01 - 22 Çirriya pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Dezgeha dadwerî ya hikûmeta Îranê, cezayê 150 sal hepsa te`izîrî bo 2 hepsiyên siyasî ên Kurd ên xelkê bajarê Kamiyaranê, birî.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, 2 zîndaniyên siyasî yên Kurd ên bi navên “Heyder Qurbanî”, kurê “Elî” û “Mehmûd Sadiqî”, kurê “Arif” û xelkê bajarê Kamiyaranê, di girtîgeha navendî ya bajarê Sinê de, ji aliyê dezgeha dadweî ya hukûmeta Îranê ve, bi 150 sal hepsa te`izîrî hatine cizadan.

Pêka wî cezayê, “Heyder Qurbanî”, bi tometa “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên dijberê hukûmeta Îranê”, bi 120 sal hepis û “Mehmûd Sadiqî”, bi heman tohmetê, bi 30 sal hepisa te`zîrî hatine cizadan.

Ew cezaye di heyama çend rojên derbasbûyî de, bi rewşeke fermî bi wan 2 hepsiyên siyasî di girtîgeha bajarê Sinê de, hatiye ragihandinê.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de bi Ajansa “Kurdpa”yê re ragihand: Biryare ku ew 2 hepsiyên siyasî, carek din di dadgeha şoreş a bajarê Sinê de, bên dadgeh kirin.

Hêzên îtila`ata hukûmetê, di rojên dawiyê ên meha Rezbera sala 1395`an de, ew 2 welatiyê Kurd bi tohmeta “alîkarîkirin bo terorkirina çend kes ên girêdayî bi rêjîmê” hatibûne desteserkirin û cezakirin.

Di meha Reşeme a hemen salê, televîzyona Îngilîzê ziman a “Press tv” de, bi nîşandana vîdiyoyeke dokomêntarî bi navê “Ajotwanê Mirinê”, di parek ji wê fîlmê de, nîşana zordarî kirina ser wan hepsiyên Kurd belav kiriye.

Her wisa “Mehmûd Sadiqî”, 10 rojan piştî desteserkirina “Heyder Qurbanî”, ji aliyê hêzên Îtla`atê ve, bi hemen tohmetê hatibû desteserkirinê.