Cezaya yek sal girtîgeha Teizîrî li ser Fatime Kerîmî sepandin

17:26 - 6 Çirriya paşîn 2021

Walatiya Kurd a bi navê “Fatime Kerîmî” keça Yedullah û xelkê bajarê Îlamê ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Seqizê bi serokayetiya dadwer “Cevad Mistefayî” bi awayê amade nebûyî bi yek sal girtîgeha Teizîrî hate cezadan.

Dadgehê ew welatiya bi “endambûn li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” tawanbar kiriye û ew zeca di heyama çend rojên derbasbûyî bi navbirî re hatiye ragihandin. 

Roja Sêşemî 20`ê Xezelwerê taya 1 a dadgeha şoreşa bajarê Seqizê bi awayê amade nebûyî ew cezaye bi ser “Fatime Kerîmî” sepandiye û navbirî jî nerizayetiya xwe bo cezaya sepandî li  dadgeha yekem nîşan daye.

Ew welatiya berê “endama yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” bûye û meha Cozerdana îsal ji sînorê bajarê Baneyê ziviriye bo Îranê.

“Fatime Kerîmî” pêştir ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.