Cezaya welatiyekî Kurd di dadgeha pêdaçûnê de hate kêmkirin

17:29 - 23 Kanûna Paşîn 2021

Cezaya 2 sal girtiyekî Kurd yê bi navê “Salar Çavişî” kurê Ebdulah û xelk gundê “Hacîlek” yê girêdayê devera “Çemê Mecîdxan” a ser bi bajarê Bokanê li taya 13 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê bi 6 meh girtîgeha teizîrî hate kêmkirin.

Ew cezaye  di meha Sermaweza îsal piştî pejirandin li dadgeha pêdaçûnê bi navbirî hatibû ragihandin û navbirî sibeya Yekşemî 5ê Rêbendanê bo cîbicîkirina cezaya xwe dibê xwe bi taya 1 a birêveberîna cezayên dadgeha keyferî ya bajarê Bokanê bide nasandin û bo girtîgeha wî bajarî bê veguhastin.

Ew welatiye pêştir li taya 101 a dadgeha keyferî ya bajarê Bokanê bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê”, bi du sal girtîgeha teizîrî hatibû cezadan.

Roja Duşemî 10ê Xermananê, “Salar Çavişî” piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaat a bajarê Bokanê hatibû binçavkirin û piştî dawîhatina heyamê lêkolîna wî navbirî bi danîna barimteyê hatibû serbestkirin.