Cezaya lisêdaredana du welatiyê xelkê bajarê Baneyê di gitîgeha Sineyê de hate cîbicîkirin

17:35 - 25 Nîsan 2020

Sibêdeha Îro roja Înê 5`ê Banemer, du hepsî bi tawana “kuştina bi zanebûn”ê yên bi navên “Ebdulwahid Feyzî û Peyam (Ramyar) Muxlis” xelkê bajarê Baneyê, di girtîgeha navendî a bajarê Sineyê de hatine Îdamkirin.

Ew du hepsî, çend roj beriya niha bo cîbicîkirina cezayên wan, bo odeya takekesî ya girtîgeha navendî a bajarê Sineyê hatibûne veguhastin.

Hewla çalakvanên medenî bo wergirtina rizayet ji malbatên kuştiyan, heya dema lisêdaredana wan du welatiyên Kurd her berdevam bû, lê malbata kuştiyan daxwaza wan ret kiribû.

Ebdulwahid Feyzî di meha Xermanan a sala 1396`an û Peyam Muxlis meha Xakelêwe ya sala 1394`an de, di encama şer û pevçûnên cuda cuda tuşê “qetl”ê hatibûn û piştre ji aliyê dadgeha bajarê Sineyê ve bi îdamê hatibûne cezadan.