Cezaya îdamkirina welatiyekî Kurd li girtîgeha bajarê Zencanê hate cîbicîkirin

17:23 - 21 Îlon 2021

Sibêdha roja Sêşemî 30`ê Xermananê, cezaya îdamkirina welatiyekî Kurd ê bi navê “Erşed Cûdet Rebet (Cûdetiyan)”, kurê Medenî û xelkê gundê “Şeşmal” ê ser bi bajarê Urmiyê, li girtîgeha Zencanê hate cîbicîkirin.

Ew girtiye, 4 sal beriya niha bi tohmeta “madeyên hişber” li girtîgeha bajarê Zencanê hatibû binçavkirin û di dawiyê de ji aliyê dezgeha dadweriyê ve, bi îdamê hatibû cezadan. 

Termê wî girtiyî, piştî veguhastin bo bajarê Urmiyê, li cihê ji dayîkbûna wî bi axê spartin.

Ew welatiye, xîzandar û xwediyê sê zarokan e.