Cezaya îdamkirina “Mîrsultan Emîrî” hate cîbicîkirin.

16:11 - 28 Kanûna Paşîn 2022

Roja Pêncşemî 7`ê Rêbendanê, cezaya îdamkirina girtiyê Kurd yê bi navê “Mîrsultan Emîrî” xelkê bajarê Şinoyê di girtîgeha Navendî ya bajarê Urmiyê de hate cibicîkirin.

Ew welatiyê Kurd berê bi tohmeta “sûçên madeyên hişber” ji aliyê dezgeha dadweriyê ve bi îdamkirinê hatibû cezadan.

Herwisa roja Şemî 12`ê Pûşpera îsal, cezayê îdamkirina “Şehriyar Emîrî” kurê Mîrsultan di girtîgeha bajarê Urmiyê de hate cîbicîkirin. Navbirî jî bi tohmeta “sûçên madeyên hişber” bi îdamkirinê hatibû cezadan.

Heta niha nûçeya îdamkirina wî girtiyê Kurd, ji aliyê medyayên navxweyî ên Îranê û an jî çavkaniyên fermî ve nehatiye ragihandin.