Cezaya îdamkirina jîngehvanek xelkê bajarê Kirmaşanê hate piştrastkirin

17:56 - 13 Kanûna Paşîn 2022

Li gor nûçeyên ku hatinî belavkirin, jîngehvanek xelkê bajarê Kirmaşanê yê bi navê “Birûmend Necefî” ku bi kuştina nêçîrvanek neyasayî hatibû tohmetbarkirin, cezayê îdamkirina navbirî ji aliyê dîwana bilind a welat ve hate piştrastkirin.

Fermandarê Yekîneyên Parastina Saziya Jîngehparêzî di vê derheqê de ragihand: “Tevî lipeykevtinên dadwerî û hewla parêzerê wî, ew jîngehparêze ku berê ji aliyê taya 3 a dadgeha Keyferiya 1 a parêzgeha Kirmaşanê bi îdamê hatibû cezadan, ew cezaye li dîwana bilind a welat hate piştrastkirin.

Rêkevta 14ê Gelawêja sala 1399an, li encama pevçûna 4 nêçîrvanên neyasayî digel jîngehvanan li devera Bêstûna bajarê Kirmaşanê, yek ji nêçîrvanan hate birîndarkirin û piştire canê xwe ji dest da.