Cezaya îdamkirina “Huşmend Elîpûr” hate hilûşîn

18:22 - 15 Îlon 2020

Malbata “Huşmend Elîpûr”, hepsiyê siyasî yê Kurd ji girtîgeha bajarê Sineyê, bi belavkirina daxuyaniyekê bas ji hilûşîna îdamkirina kurê xwe ji dîwana bilind a welat kirin.

Di vê daxuyaniyê de, hatiye: “Em wek malbata “Huşmend Elîpûr” bi hemû xelkên azadîxwez yên Îran û cîhanê radigehînin ku tevî sepandina cezaya îdamê bi ser kurê me, (Huşmend Elîpûr) de, li rêketa 8`ê Befranbar a sala 1398`an, ji aliyê taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê ve, ji dîwana bilind a welat hate hilûşîn û ew cezaye li ser dosiya Huşmend nema ye.

Malbata wî hepsiyê siyasî di daxuyaniyekê de, ragihandine: “Roja Sêşemî 25`ê Xermanan a sala 1399`an, parêzerên Huşmend bi malbata me re ragihandine, ku ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Sineyê ve bi wan re hatiye ragihandin, ku cezaya îdamkirina Huşmend hatiye hilûşîn.

Cewanmerdî Parêzerê Huşmend bi amadebûn li taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê de û dîtina cezaya dîwana bilind a welat li ser dosiya wî li derheq hilûşîna cezaya îdama Huşmend, ew nûçeye bi malbata me re ragihand.

Dadgehîkirina Huşmend biryar e heta çend rojên din, wate rêketa 30`ê Xermanan a sala 1399`an, di taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê de bi rê ve here.

Malbata “Elîpûr” pêdagirî kirine ku li rêketa 12`ê Gelawêj a sala 1397`an, Huşmend hatiye binçavkirin û bi xebata çekdarî hatibû tohmetbarkirin, di demekê de ku ti belgeyek li ser kurê wan bo wî tohmetê nebûye û tenê bi pêştgirêdana îtirafa bi zorî ku li Huşmend hatibû wergirtin, ew cezaye bi ser wî de sepandibûn.

Dadgeha şoreş a bajarê Sineyê, “Huşmend Elîpûr”, hepsiyê siyasî yê Kurd yê xelkê bajarê Serdeşê bi îdamkirin û “Mihemed Ustaqadir” xelkê bajarê Seqizê bi 5 sal hepsa te`izîrî ceza dabû.

Roja Yekşemî, 8`ê Befranbar a sala 1398`an, ew cezaye bi malbata wan du hesiyên siyasî yên Kurd re hatibû ragihandin.

“Mihemed Ustaqadir”, her li rêketa 2`ê Banemer a wê salê, bi awayê mercdar ji girtîgeha bajarê Sineyê hatibû azadkirin.

Ew du hepsiyên siyasî yên Kurd, 9`ê Xermanana sala 1398`an, bi tohmeta “Bexî” bi beşdariya “Elî Sakinî”, parêzerê dosiya wan di taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê de, dadgehî kirin.

Ew du hepsiyên siyasî yên Kurd, 12`ê Gelawêj a sala 1397`an, bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibûne binçavkirin û piştî 108 rojan ji binçavkirina wan, roja 28`ê Xermanana heman salê bo qerentîneya îdareya îtila`at a bajarê Sineyê hatibûne veguhastin, û ew du hepsiyên siyasî piştre li rêketa 5`ê Befranbar a sala 1397`an bo girtîgeha navendî a bajarê Sineyê hatibûne veguhastin.

Piştî binçavkirina wan du hepsiyên siyasî, deng û rengê hikûmeta Îranê îtirafa bizorî ya wan du hepsiyên Kurd belav kiribû, piştre malbata wan du hepsiyên siyasî ragihandin, ku ew îtirafe di bin givaş û îşkenceya hêzên îtila`atê de bû ye.