Cezaya îdamkirina girtîgehekî Kurd li bajarê Kirmaşanê hate cîbicîkirin
16:40 - 14 Şibat 2022
Roja Yekşemî 24`ê Rêbendanê, cezayê îdamkirina girtiyê Kurd ê bi navê “Museyib Ferecî” xelkê bajarê Şabadê, li girtîgeha “Dîzilava”ya bajarê Kirmaşanê, hate cîbicîkirin.
Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew girtiyê Kurd du salan berî niha bi tohmeta “kuştina bizanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha qezayî ve cezaya îdamkirinê bo hatibûn birîn.
Heta niha nûçeya îdamkirina wî girtiyê Kurd, ji aliyê medyayên navxweyî ve, nehatiye belavkirin.