Cezaya girtîgehê bi ser “Şêrko Tabinak” de hate sepandin

18:17 - 5 Îlon 2021

Taya 101 a dadgeha keyferî ya bajarê Bokanê bi serokatiya dadwer “Peyman Rostemî” welatiyekî Kurd ê bi navê “Şêrko Tabnak”, bi 5 meh girtîgeha te`izîrî û 7 meh girtîgeha ragirtî hate cezakirin.

Dadgehê ew welatiyê Kurd bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê û bi qazancê yek ji Partiyên Kurd ên dijberî hikûmeta Îranê” tawanbar kiriye û cezaya wî di çend rojên derbasbûyî de bi navbirî hatiye ragihandin.

Ew welatiye li roja Yekşemî 27`ê Pûşperê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heya bi dawîhatina qonaxên dadgehîkirinê ji girtîgeha îdareya Îtla`ata bajarê Bokanê hatiye azadkirin.

Roja Çarşemî 23`ê Pûşperê, hêzên ewlehî bi bê nîşandana ti belgeyeke yasayî ew welatiye binçavkiribûn.