Cezaya girtîgeha Se`idî Tabnak bo 4 sal û 2 meh hate kêmkirin

17:13 - 9 Çirriya pêşîn 2021

Cezaya girtîgeha welatiyekî Kurd ê bi navê “Se`idî Tabnak”, xelkê bajarê Şinoyê di dadgeha pêdaçûnê de, bo 4 sal û 2 meh hate kêmkirin. 

Ew welatiye destpêka meha Xermanana îsal bo cîbicîkirina cezaya xwe, xwe bi girtîgeha bajarê Nexedeyê dabû nasîn.

 “Se`idî Tabnak”, berê ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê şinoyê bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê”, 8 sal girtîgeha te`izîrî bi ser de hatibû sepandin.

Roja Yekşemî 15`ê Pûşpera sala 1399`an, navbirî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û 19`ê Rezbera heman salê, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsîna wî, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawiya dadgehîkirtina wî hatibû serbestkirin.