Cezaya girtîgeha “Mihemed Muradî” li dîwan bilin a welat hate hîlûşandin

16:55 - 7 Çirriya pêşîn 2021

Cezaya girtîgeha “Mihemed Muradî”girtiyê siyasî, xelkê gundê “Qebrî Husên” ê ser bi bajarê Pîranşarê li taya 34 ya dîwan bilind a welat hate hîlûşandin

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, dîwana bilnid a welat bi sedema kêmûkuriyên di lêpirsînan de, cezaya wî girtiyê siyasî hîlûşandiye û dosyeya navbirî bo gengeşekirina dûbare bo wê dadgeha ku li destpêkê ew hikime bi ser “Mihemed Muradî”de sepandiye.

Ew welatiye bi tohmeta “miharêbe” û endamê yek ji  Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê, ji aliyê taya 1 ya dadgeha Înqilab a bajarê Mihabadê ve, bi 40 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû cezakirin .

“Mihemed Muradî” berê endamê yek ji Partiyên Kurdistana Îranê bûye û piştî vegeriyan ji wê Partiyê, meha Xermanana sala 1396`an a Rojî, li ser sînorê “Kêlê” yê ser bi bajarê Serdeştê, çûbû Îranê.

Navbirî piştî vegeriyan bo Îranê, ji aliyê hêzên ewlehî yên ser bi Îtila`ata Spaha Pasdaran ve bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgeha Îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Urmiyê, destpêkê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî û dawiyê bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibû veguhastin.

Ew girtiyê temen 35 sal, xêzandar û xwediyê 2 zarokan e û niha li girtîgeha bajarê Nexedeyê ye. 

Êvareya roja Yekşemî 21`ê Rezbera sala 1398an a Rojî, du birayên “Mihemed Muradî” ên bi navên “Ebdurehman û Sadiq Muradî” li ser sînorê “Kotiran” ê bajarê Pîranşarê, di dema kolberiyê de bi teqeya rasterast a hêzaên Spaha Pasdaran hatibûne kuştin.