Cezaya girtîgeh, derbên qamçiyan û cezaya nexdî li ser welatiyekî Kurd hate sepandin

17:09 - 17 Çirriya paşîn 2021

Welatiyekî Kurd ê bi navê “Çiya Aqabêygpûr” kurê Ehmed û xelkê gundê “Rehîmxan” ê ser bi bajarê Bokanê ji aliyê dadgeha Şoreş a wî bajarî bi salek û 2 meh girtîgeh, 70 derbên qamçî û 30 milyon Tumen cezaya neqdî hate cezakirin.

Dadgehê tohmeta “propagende li dijî nizam bo berjevendiya yek ji Partiyên Kurd ên dijberî hikûmeta Îranê” bi wî welatiyî dane û ew cezaya di wan derbasbûyî de bi navbirî hatiye ragihandin. 

Roja Dûşemî 15`ê Xermananê, “Çiya Aqabêygpûr” bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû azadkirin.

Ew welatiye di heyama binçavkirinê de li “destpiragihîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin.

Sibêdeha roja Pênşemî 7`ê Gelawêjê, hêzên ewlehî bi bê hebûn ti belgeyeke yasayî êrîş kiribûne ser mala wî welatiyê Kurd û navbirî bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurd ên dijberî hikûmeta Îranê”  hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehiyê ew welatiye bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê veguhastibûn.