Cezaya du welatiyên xelkê devera Tirgewer di dadgeha pêdaçûnê de hate kêmkirin

18:25 - 4 Kanûna Paşîn 2021

Heyama çend rojên derbasbûyî, cezaya du welatiyên Kurd yên bi navên “Sefer Nûrî û Ferhad Nûrî” xelkê gundê “Enbê” yê ser bi devera Tirgewer li taya 13 a dadgeha pêdaçûn ya bajarê Urmiyê ji 5 sal girtîgeha teizîrî bi 1 sal girtîgeha teizîrî hate kêmkirin.

Meha Xermanana îsal kombûna dadgehîkirina wan du welatiyên Kurd tevî du welatiyên din yên bi navên “Elî Ezîzî û Perwîz Nûrî” li taya 2 a dadgeha şoreş ya bajarê Urmiyê bi rê ve çûbû û di encamê de Perwîz Nûrî ji tohmeta ku bi ser wî hatibû sepandin bê tawan hate masandin û “Sefer Nûrî, Ferhad Nûrî û Elî Ezîzî” bi tohmeta “hewldan li dijî tenahiya netewî ji rêya endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” her yek ji wan bi 5 sal girtîgeha teizîrî hatibû cezadan.  

Piştî şandina dosiyeya wan kesan bo taya 13 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê, “Sefer Nûrî û Ferhad Nûrî” bi 1 sal girtîgeha teizîrî hatine cezadan û “Elî Ezîzî” jî bêguneh hate nasandin hate.

Ew çar welatiyên Kurd 24ê Gelawêja sala 1398an ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatibûne binçavkirin û di destpêkê de bo Biryargeha Spaha Zêwe hatibûne veguhastin û piştre bo girtîgeha Biryargeha Hemze ya Seyîd El-şoheda ya bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Ew çar welatiyên Kurd piştî bi dawîhatina lêkolîna wan roja Pêncşemî 21ê Xermanana sala 1398an bo benda 4-3 a girtîgeha bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Roja Şemî 20ê Rezbera sala 1398an, Perwîz Nûrî û Sefer Nûrî bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hatibûne azadkirin û roja Sêşemî 16ê Rezberê jî “Elî Ezîzî û Ferhad Nûrî” her yek ji wan bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî ji girtîgehê hatibûne azadkirin.