Cezaya du welatiyên xelkê bajarê Pîranşehrê di dadgeha pêdaçûnê de hate kêmkirin

18:36 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2020

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, cezaya hepsa du welatiyên Kurd yên bi navên “Keyvan Nijadresûl” kurê “Mihemed” xelkê gundê “Şînava” û “Bapîr Berze” kurê “Osman” xelkê gundê “Çiyane” a ser bi bajarê Pîranşehrê di taya yek a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê de hepsa her yek ji wan ji 4 sal bo 2 sal û 6 meh heps hate kêmkirin.

Kêmkirina hepsa te`izîrî a wan du welatiyên Kurd bi cîbicîkirina pejirandinkirî ya meclisa şwraya îslamî li derheq kêmkirina cezaya hepsa te`izîrî bûye û dosiya wan di taya yek a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê de bo carekî din tê gengeşekirin.

Pûşpera sala 1398`an, cezaya 8 meh hepsa “Bapîr Berze” tevî şikayeta Wezareta Îtilaatê di taya yek a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê de bi 4 sal heps hatibû zêdekirin.

Herwisa cezaya “Keyvan Nijadresûl” ji 5 sal heps bi 4 sal heps hatibû kêmkirin.

Rêbendana sala 1398`an, “Bapîr Berze” ji aliyê taya 102 a dadgeha “Keyferî” ya 2 ya bajarê Pîranşehrê bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” bi 8 meh heps hatibû cezadan û piştî birîna wê cezayê, bi danîna barimteya 220 milyon tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin. 

Navbirî meha Sermawez a sala 1398`an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpêçînê bo girtîgeha Îtila`at a bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

“Keyvan Nijadresûl” roja Duşemî 19`ê Sermawez a sala 1397`an bi tohmeta “endambûn û alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” ji aliyê Îtila`ata Spahê ve hate binçavkirin û her di Rêbendana wî salî de ji aliyê taya 102 a dadgeha “Keyferî” ya 2 ya bajarê Pîranşehrê her bi wî tohmetê bi 5 sal heps hate cezadan.