Cezaya 4 meh heps û lêdana 24 qamçîyan bi ser çalakvanekî medenî de hate sepandin

18:41 - 11 Nîsan 2020

Taya 101 a dadgeha “keyferî” ya 2 a bajarê Merîwanê “Vurya Dilengîz”, çalakvanê medenî yê Kurd, bi 4 meh heps û lêdana 24 qamçiyan ceza da.                     

Ew çalakvanê medenî bi tohmeta “têkdana nezma giştî” hatiye cezadan.

Vurya Dilengîz roja Sêşemî 13`ê Reşeme ya sala 1398`an li ser şikayeta dadsitanê bajarê Merîwanê bi tohmeta “têkdana nezma giştî” ji aliyê taya 101 a dadgeha “keyferî” ya 2 a bajarê Merîwanê ve hatibû gazîkirin.

Ew çalakvanê medenî yê Kurd meha Xermanan a sala 1396`an, piştî gazîkirin bo stada nûçeyî a bajarê Merîwanê hatibû gazîkirin û piştre hatibû binçavkirin û meha Xezelwer a wê salê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.