Cezaya 3 sal heps li ser “Perîsa Seyfî” de hate sepandin

13:33 - 24 Adar 2020

Taya 1 a dadgeha înqilab a bajarê Sineyê, bi serokatiya dadwer “Seîdî”, cezaya 3 sal heps li ser çalakvana medenî ya bi navê “Perîsa Seyfî” a xelkê bajarê Kamiyaranê de sepandin.

Taya 1 a dadgeha înqilab a bajarê Sineyê, ew çalakvana çandî bi “piropagendekirin li dijî hikûmeta Îranê û endamê yek ji Partiyên Kurd yên opozîsiyona hikûmeta Îran”ê, tohmetbar kiriye.

Ew cezaye, di meha Reşeme a sala 1398`an de, bi wê çalakvana çandî re hatibû ragihandin.

Wê çalakvanê, bi wê cezayê ku ji aliyê dadgehê ve li ser wê de hatiye sepandin, nerizayetiya xwe nîşan daye û dosya wê bo pêdeçûnê bo dadgeha pêdeçûnê a bajarê Sineyê hatiye şandin.

Xwêndekara Huner û Girafik, “Perîsa Seyfî”, roja Sêşemî 21`ê Xezelwerê li bajarê Sine, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû binçavkirin.

“Perîsa” di heyama binçavkirina xwe de, li ser “îtirafa bi zorê”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve di bin givaşê de bûye û di wî heyamê de, ji dîtina malbata xwe û mafê hebûna parêzer bêpar bûye.

“Perîsa” di 4`ê Reşeme a sala 1398`an de, bi danîna barmiteyekî giran, bi awayê demkî hatibû berdan.