Cezaya 15 sal girtîgeha sê welatiyan li dadgeha pêdaçûnê hate piştrastkirin

17:22 - 24 Adar 2021

Cezaya 15 sal girtîgeha sê welatiyên Kurd yên bi navên “Necmedîn Suxenwer, Şoreş Ebdullahnijad û Selah Acî” xelkên gundê “Gergula Xwarê” yê ser bi bajarê Pîranşehrê, ji aliyê dadgeha pêdaçûnê ve hate piştrastkirin.

Roja Çarşemî 1`ê Rêbendana sala 1399`an, ew sê welatiyên Kurd ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Pîranşehrê ve, her yek ji wan 5 sal girtîgeha te`izîrî hatibûne cezadan.

Ew sê welatiyên Kurd bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” ji aliyê dadgehê ve hatibûne cezadan.

Ew sê welatiyên Kurd, şeva Yekşemî 25`ê Xezelwerê, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Ew sê welatiyên xelkê bajarê Pîranşehrê, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsîna wan, naverasta meha Sermawezê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibûne azadkirin û di heyama binçavkirinê de li “destpêregihîştina bi parêzer û çavpêkevtin digel malbatên xwe”, hatibûne bêparkirin.