Cezaya 11 sal hepsa te`izîrî ya welatiyekî Kurd ji aliyê dîwana bilin a welat ve hate pejirandin

18:11 - 13 Gulan 2020

Dîwana bilind a welat cezaya 11 sal hepsa te`izîrî ya mamostayekê xelkê bajarê Bokanê yê bi navê “Seîd Aram Emînzade” pejirand û ew cezaye roja Sêşemî 23`ê meha Banemer, bi wî hepsiyê “eqîdet”î di girtîgeha bajarê Urmiyê de hate ragihandin.

Ew hepsiye 12`ê meha Cozerdan a sala 1398`an di dibistana gundeke bajarê Bokanê de hate binçavkirin û bo lêkolînê bo girtîgeha îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye berê jî di qunaxa destpêk de ji aliyê taya yek a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê ve bi tohmeta “têkdana tenahiya netewî ji aliyê endamên girûpa “selefî” di nav torên civakî de” bi 10 sal hepsa te`izîrî û bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê” bi yek sal hepsa te`izîrî hatibû cezadan.

Cezaya wî welatiyê ji aliyê taya yek a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê her wekî xwe hate pejirandin û bi piştgirêdan bi madeya 134 a yasa cezayî ya Îslamî, 10 sal ji wî cezayê dibê bê cîbicîkirin.