Çengîz Qedemxêr bo girtîgeha navendî ya bajarê Ehwazê hate veguhastin

13:08 - 28 Çirriya paşîn 2020

Çengîz Qedemxêr, girtiyê siyasî yê Kurd, xelkê bajarê “Kamiyaranê” di girtîgeha “Mescêd Silêman” ya parêzgeha Xûzistanê bo girtîgeha navendî ya “Ehwazê” hate veguhastin.

Ew girtiyê siyasî di pêwendiyek telefonî de digel malbata xwe ragihand ku li beşa qerentîneya girtîgeha navendî ya bajarê Ehwazê de ye.

Çengîz Qedemxêr nasaxiya gurçîlkê heye û rewşa tenduristiya wî nebaş e.

Roja Sêşemî 27ê Xezelwerê, ew girtiyê siyasî yê Kurd li girtîgeha “Mescêd Silêman” bo cihek nediyar hatbû veguhastin.

Meha Reşemeya sala 1398an pizîşkê çareseriya wî girtiyê siyasî ragihandbû ku bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê û dabînkirina nexwşxaneya taybet bi nesaxên Koronayê nikarin neştergeriyê bo wî bikin.

Roja Şemî, 17`ê Reşemê, “Çengîz Qedemxêr”, piştî xwînrêziya zêd a gurçkên wî, li ser daxwaza pizîşkê wî dawî bi girêva xwe anî.

Ew hepsiyê siyasî yê Kurd, di roja Çarşemî, 14`ê Reşemê, bona nîşadana nerazîtiya xwe derheq pêrenegihîştina pizîşkî û dijayetiya îdareya îtlaata bajarê Kamiyaranê digel dana mirexesiya dermanî bi wî hepsiyê siyasî re dest bi avêtibû girêvgirtinê.

Gurçikên “Çengîz Qedemxêr” di encama girevgirtinê de, rastî xwînrêjiyê hatibû ku pizîşkên wî izna girevgirtinê nedane wî.

“Çengîz Qedemxêr” nesaxiya guçîkan heye û rewşa tenduristiya wî nebaş e.