Çend kes ji malbata Husên Penahî hatin destbiserkirin

15:31 - 25 Hezîran 2017
Ajansa Kurdpa: Piştî bûyera roja Înê, ya bajarê Sinê, çekdarên ser bi Spaha Pasdaran rijiyane nava mala Ramîn Husên Penahî, ku bi birîndarî hatibûn destbiserkirin, û çend kes ji malbata navbirî destbiser kirin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa Kurdpayê, piştî şerê roja Înê li bajarê Sinê, di navbera biryargeha Hemze ya Spaha Pasdaran û pêşmergeyên Komeleya şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistanê, ku bi vê sedemê ve çend kes ji her du aliyan hatin kuştin û birîndarbûn, hêzên Spaha Pasdaran êrîşî ser mala Ramîn Husênpenahî kirin, birayekî navbirî bi nave Efşîn destbiser kirin.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de ragehandiye ku hêzên Spaha Pasdaran rijiyane nav mala xûşka Efşîn di gundê Qirûça ya Dêwlanê de, û piştî lêdan û sivikatîkirina bi Perwane Husênpenahî û herwisa bavê pîr û ixtiyar ê navbirî, ew birayê Ramîn digel xwe birin.

Heya niha ji cihê ragirtin û sedema girtina navbirî tu zanyariyek di ber dest de nine, lê wisa dixûye ku sedema girtina wî, xizmatiya Efşîn digel endamên tîma Komelê be.

Ji aliyekî din ve nûçegihaniay HRANA eşkere kir ku hêzên ewlekariyê êrîş kirin ser mala Hemîd Seyf penahî li bajarokê Nayser a Sinê, û piştî geriyan û sivikatîkirina bi malbata navbirî çend kes ji endamên malbata wî digel xwe birin bo îdareya Îtila`ata Sinê.

Ji aliyekî din ve malbata Husên Penahî daxuyaniyek belav kirin, û tê de daxwaz ji navendên mafê mirovan û kom û komeleyên cîhanî û hêzên azadîxwaz û xebatkar ê Kurdistanê kirin ku egera mirina Ramîn Husên penahî di bin îşkenceyê de heye.

Li gora vê daxuyaniyê piştî nîv demjimêrî ji veguhastina Ramîn bo nexweşxanê, Hêzên Îtila`atê navbirî birin bo cihekî nediyar û îzin nedane ku çareseriya pizişkî wergire, lewra em bi dûr nizanin ku wî di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dabe.

Di beşa dawiya vê daxuyaniyê de hatiye ku em daxwazê ji hemû navend û komeleyên navneteweyî dikin ku bo pêşgirtina ji tirajidiyeke din ê mafê mirovan hewl bidin, û zextê bixin ser Komara Îslamî da ku îznê bidin Ramîn radestî navendên dermanî bihê kirin.