Cemal Qasimî bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Şinoyê hate azadkirin

16:36 - 1 Adar 2021

Roja Şemî 9`ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Cemal Qasimî” xelkê bajarê Şinoyê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiye, şeva Pênşemî 9`ê Rêbendanê, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Li heyama rojên derbazbûyî de, Cemal Qasimî piştî dawîhatina qonaxa lêpirsînê, bo bajarê Şinoyê hatibû veguhastin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tometa ku bi ser wî welatiyê de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.