Cemal Elewî bi danîna barimteyê hat azadkirin

18:25 - 14 Îlon 2022

Roja Duşemî 21ê Xermananê, welatiyek Kurd ê bi navê “Cemal Elewî” xelkê gundê “Kose Kerêz”ê ser bi bajarê Mehabadê bi danîna barimteyê ji yek li girtîgehên ewlehî yên Urmiyê, hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî heta dema dadgehîkirinê, hatiye azadkirin.

Roja Sêşemî 1ê Xermananê, hêzên leşkerî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîşkiribûne ser mala wî welatiyî û navbirî binçav kiribûn.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî li dijî wî welatiyî, ti zaniyariyek ji ber dest nîne.