“Celal Wefayî” bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgehê hate veguhastin

17:22 - 9 Kanûna pêşîn 2021

Roja Çarşemî 17`ê Sermawezê, welatiyek Kurd bi navê “Celal Wefayî” kurê Hacî Umr, xelkê bajarê Bokanê bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Xermanana îsal, ew welatiye bi tohmeta “piropagende li dijî nizam”ê ji aliyê taya 101 a dadgeha keyferî ya bajarê Bokanê bi serokayetiya dadwer “Peyman Rostemî”, bi 5 meh girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.

Roja Yekşemî 27`ê Pûşperê, ew welatiye bi danîna barimteya 300 milyon Tumenî bi awayekî demkî heya bi dawîhatina qonaxên dadresiyê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Bokanê hatibû azadkirin.

Roja Pêncşemî 24`ê Pûşperê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş kirine ser mala navbirî û piştî vekolîna mala wî, navbirî binçav kiribûn.