“Celal Wefayî” bo cîbicîkirina cezaya wî bo girtîgeha Bokanê hate veguhastin

18:28 - 10 Kanûna pêşîn 2021

Roja Çarşemî 17ê meha Sermawezê, welatiyek Kurd ê bi navê “Celal wefayî”ê kurê Hecî “Omer”, xelkê bajarê Bokanê bo cîbicîkirina ceyaya sepandî ya dadgehê, hate binçavkirin û bo dadgeha bajarê Bokanê veguhastin.

Di meha Xermanana îsla de, ew welatiye bi tohmeta “propagende li dijî nizam” ê ji aliyê taya 101a dadgeha cezakirin a Bokanê, bi dadweriya dadwer “Pêyman Rostemî” 5 meh girtîgeha teizîrî li ser hatibû sepandin.

Roja Yekşemî 27ê Pûşperê, “Celal Wefayî” bi danîna barimteya 300 milyon Tumenî heya dema dadgehîkirina wî, bi awayê demkî ji girtîgeha Îtila`ata bajarê Bokanê hatibû azadkirin.

Roja Pêncşemî 24ê meha Pûşperê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî, êrîşî li ser mala wî welatîyî kiribûn û piştî vekolîna mala wî, ew binçav kiribûn.