“Celal Vefayî” piştî bi dawîhatina heyama girtîgehê hate azadkirin

17:50 - 19 Adar 2022

Roja Şemî 28`ê Reşemê, welatiyek Kurd ê bi navê “Celal Vefayî” kurê Hecî “Umer” û xelkê bajarê Bokanê piştî bi dawîhatina heyama girtîgehê hate azadkirin.

Roja Çarşemî 17`ê Sermaweza îsal, ew welatiye bo cîbicîkirina girtîgeha xwe hate binçavkirin û bo girtîgeha bajarê Bokanê hate veguhastin.

Xermanana îsal, “Celal Vefayî” bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê” ji aliyê taya 101 a dadgeha keyferî ya bajarê Bokanê bi serokayetiya dadver “Peyman Rostemî” bi 5 meh girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.

Roja Yekşemî 27`ê Pûşperê, ew welatiye bi danîna barimteya 300 milyon Tumenî bi awayek demkî heta bi dawîhatina qonaxên dadresiyê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Bokanê hatibû azadkirin.

Roja Pêncşemî 24`ê Pûşperê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş kiribûne ser mala “Celal Vefayî” û piştî vekolîna mala wî, navbirî binçav kirin.