Celal Qadirîzade li girtîgeha bajarê “Şino” çû murexesiyê

13:15 - 24 Hezîran 2022

Roja Pêncşemî 2ê Pûşperê, Celal Qadirîzade, girtiyê siyasî yê Kurd, xelkê bajarê “Şino” li girtîgeha wî bajarî îzna murexesiyê jêre hate dan.

Roja Duşemî 16ê Cozerdanê, “Celal Qadirîzade” xelkê bajarê “Şino” bo cîbicîkirina heyama girtîgeha xwe bo girtîgeha bajarê “Şino” hatibû veguhastin.

Ew welatî ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoriş a bajarê “Şino” bi serokayetiya dadwer “Rizayî” bi tohmeta endam bûn û hevkarî digel yek ji partiyên Kurdî bi 3ê sal girtîgehê hatibû cezadan, û roja 6ê Xakelêwe ew ceza bi wî re hatibû ragihandin.

Cezaya “Celal Qadirîazer” piştre bo 2 sal û 3ê mehan hate kêmkirin girtîgehê .

Roja Sêşemî 2ê Xermanana sala 1400an a Rojî, “Celal Qadirîzade” kurê “Ebdulla” xelkê bajaroka “Nelosê” ya girêdayî bajarê “Şino” bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê “Şino” hatibû serbestkirin.

Roja Duşemî 11ê Gelawêja sala derbasbûyî ew welatî ji aliyê hêzên ewlehî ve bi bê hebûna belgeyên yasayî hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî ya bajarê “Urmiyê’” hatibû veguhastin.

Ew welatî di heyama binçavkirina xwe de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.