Celal Mehmûdî bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Mehabadê hat azadkirin

18:26 - 15 Îlon 2022

Roja Duşemî 21ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Celal Mehmûdî” kurê “Se`îd” xelkê “Guy'ktepe” yê girêdayî bajarê “Mehabad”ê bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd bi danîna barimteya 200 miliyon Tumenî heta dema dadgehî kirinê ji girtîgeha bajarê “Mehabad”ê hat azadkirin.

“Celal Mehmûdî” piştî bidawî hatina heyama lêpêçînê ji girtîgeha ewlehî a bajarê “Mehabad”ê bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

Roja Sêşemî 25ê Gelawêjê, hêzên ewlehî “Celal Mehmûdiyan” li cihê karkirina wî li meydana mêwe a bajarê “Mehabad”ê bi bê hebûna belgeyên yasayî binçavkiribûn.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.