Celal Emînî bo girtîgeha bajarê “Bokan”ê hat veguhastin

19:09 - 29 Tebax 2022

Roja Pêncşemî 3ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Celal Emînî” di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” bo girtîgeha bajarê “Bokan”ê hat veguhastin.

Ew welatiyê xelkê bajarê “Bokan”ê di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Roja Duşemî 24ê Gelawêjê, hêzên ewlehî bi girtina rêya “Mîrava” bo “Bokan”ê dest bi ser maşîna wî welatiyê Kurd de girtine û bi bê hebûna belgeyên yasayî navbirî binçavkirine.

Hêzên ewlwehî piştî binçavkirina wî welatiyê Kurd êrîşkirine ser mala navbirî û mala wî vekolîne.

“Celal Emînî” bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” veguhastine.

“Celal Emînî” hevjînê “Ezîme Nasirî” girtiya siyasî ya berê ye, ku Gelawêja sala 1400`an û Befranbara sala 1399`an ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî çend meh binçavkirine her du caran bi danîna barimteyê ji girtîgeha Navendî a bajarê “Urmiyê” hatibû azadkirin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.