Celal Emînî bi danîna barimteya 1 miliyard Tumenî ji girtîgeha bajarê “Bokan”ê hat azadkirin

18:20 - 5 Îlon 2022

Roja Yekşemî, 13ê Xermananê, welatiyê Kurd yê bi navê “Celal Emînî” xelkê bajarê “Bokan”ê bi danîna barimteya 1 miliyard Tumenî ji girtîgeha wî bajarî hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê “Bokan’ê hatiye azadkirin.

Roja Pêncşemî 3ê Xermananê, ew welatiyê Kurd di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” bo girtîgeha bajarê “Bokan”ê hat veguhastin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Roja Duşemî 24ê Gelawêjê, hêzên ewlehî bi girtina rêya “Mîrava” bo “Bokan”ê dest biser maşîna wî welatiyê Kurd de girtin û bi bê hebûna belgeyên yasayî navbirî binçavkirin.

Hêzên ewlwehî piştî binçavkirina wî welatiyê Kurd êrîşkirine li ser mala navbirî û mala wî vekolîne.

“Celal Emînî” hevjînê “Ezîme Nasirî” girtiya siyasî ya berê ye, ku Gelawêja sala 1400`an û Befranbara sala 1399`an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî çend mehan binçavkirinê herdu caran bi danîna barimteyê ji girtîgeha Navendî a bajarê “Urmiyê” hatibû azadkirin.