Çêkirina dosiyeyek nû bo girtiyê siyasî yê bi îdamê hatî cezadan

17:50 - 25 Çirriya pêşîn 2020

“Şakir Bêhrûzî” girtiyê siyasî yê Kurd yê li girtîgeha Urmiyê bi îdamê hatî cezadan, bi çêkirina dosiyeyek nû bo navbirî, ew bo dadgeha keyferî ya bajarê Urmiyê hate gazîkirin.

Yek ji kesê nêzê wî girtiyê bi Ajansa “Kurdpa”yê re ragehandiye: “Pêka wê biriyara ku bi “Şakir Bêhruzî” re hatiye ragehandin, kombûna dadgehîkirina wî girtiyê, bi tohmeta kuştina endamekî Spaha Pasdaran li rêkevta 27ê Xezelwerê di taya 1 a dadgeha Keyferî a bajarê Urmiyê de, wê bi rê ve here.

Ew girtiyê siyasî yê bi îdamê hatî cezadan di heyama binçavkirinê de bi tohmeta “derbasbûna neyasayî ji sînor, endambûn li yek ji Partiyên Kurdî û kuştina endamekî Spaha Pasdaran” li taya 2 a dadgeha Înqilabê ya bajarê Urmiyê, û taya 1 a dadgeha keyferî ya yekeya taybet bi ciwanên Urmiyê û taya 114 a dadgeha keyferî ya 2 ya Urmiyê û taya 110 a dadgeha keyferî ya 2 ya Beheştî ya Urmiyê bi îdamê hatibû cezadan.