Çekdarên sipaha pasdran li Selasa Bavecanî, kolberik birîndar kirin

13:02 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2014
Ajansa Kurdpa: li doma prosa kuştin û birîndar kirina welatiyên sivîl û kolberên ser sînoran de, bi destê hêzên sipaha pasdaran, kolberik ji xelkê Selasa Bavecanî, bi destêçekdarên sipaha pasdaran, bû qurbanî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, sibêzûya roja Pêncşem, 2ê Gelawêj, 24 July 2014, kolberik Kurd binavê Hebîb Qadirî, ji xelkê dewera Selasa Bavecanî, bi şêlikiya hêzên çekdarên sipaha pasdaran, hate birindar kirin.

Bi gotina kesên wir, ev kolberê Kurd, hilgirê 2 galon petrol bûye ku, bêyî agadarî dan, ji aliyê hêzên sipaha pasdaran de, bi hêceta qaçaxa petrol, şêlikî lêkirine û bi dujwarî birîndar bûye.

Hatiye gotin: ev kolberê Kurd, xwedî jin û zarok bûye, ku li ber neçariyê li sedem hejarîû bê derfetiyê, rû bi karê kolberiya ser sînoran kiriye.

Welatiyên ji dewerên serhedî an ser nînor, li sedem bêkarî, hejarîû enfilasiyona ji ast derketî, rû bi kolberiya ser sînoran dikin ku, pitir caran tûşîşêlikiya hêzên milîtarîû her wisa teqîna mînên danî yên wan hêzan dibin.