Çekdarên sipaha pasdaran li Pawê kolberik birîndar kirin

15:37 - 23 Çirriya pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: hêzên çekdarên sipaha pasdaran, xencîşêlikî kirin bi kolberan û birîndar kirina kolberik Kurd li dewra Pawê, dest jî danîn ser tişt û hespê bar hilgirê kolberan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li roja borî de, kolberik Kurd bi navê Makuwan Wêysî, kurê Ehmed, ji xelkê gundê Nîsane, li sedem şêlikiya hêzên çekdarên sipaha pasdaran de birîndar bû.

Heya weşana vê nûçê, çi zanînik ser rewşa tendurustiya vî kolberê birîndar ketî de ber dest çinine.

Jornalistê Kurd li şarê Pawê, li parêzgeha Kirmanşan de, ragihand; çekdarên sipaha pasdaran yê cîgirtî li paygaha Şêxan, li ciyik bi navê Qela Ga, sest ser 2 hespên bar hilgirê kolberan de danîne û barê hespan jî bi xwer birine.

Tê gotin, sala borî de jî, Makuwan Wêysî, bi hegera kolberî kirinê li ser sînorên Şoşmê, tev 2 kolberên din bi navên Modrîk Fethî, ji xelkê Nîsane û Makuwan Ehmedî, ji xelkêŞoşmê, ji aliyê hêzên intizamiya hukûmeta islamiya Îranê de hatibûn girtin.